H’emû nûçeSereke

Îran piştgirîyê dide yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê: bayloz

Îran piştgirîyê dide yekîtîya axa Ermenîstanê û serbixwetîya wê.Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye rojnamevana.

Bi gotina wî, pêwandîyên tevî Ermenîstanê, yên ku bona Îranê yên stratêjîne, bona kara herdu welata û herêmê qulix dikin. Sobhanî daye dîyarkirinê,wekî pêwandîyên Ermenîstanê û Îranê bi aktîvî pêşda diçûn. “Sînorên herdu welata çareserkirîbûn û ew garantîya aşîtî û pêşkeftina herdu cimeta bû.Zivira eşîyaye di navbera herdu welatada bi têmpên lez pêşda diçe û pêwandî bi aktîvî kûr dibin”,- bayloz gotîye.Ewî serda zêde kirîye,wekî cimetên herdu welata nava dijwarîyada piştgirî dane hevdu.

“Bona çi gefa li we dixun? Heger hûn qewatbin, gelo dikarin gefa li we bixun? Heger hûn qewatbin, tu kes wê gefa li we nexwe. Menîya tunebûna aşîtîyê, tunebûna balansa leşkerîye.Hema nava vê çarçoveyêda jî em pêwandîyên tevî Ermenîstanê çawa yên stratêjî hesab dikin.Di navbera hukumatên Îranê û Ermenîstanêda hevfemkirin heye û em bi wê rêyê diçin”,- dîplomat gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button