Îro li Adirbêcanê hilbijartinên serokkomarîyê yên ji sirêder tên kirin

Îro li Adirbêcanê hilbijartinên serokkomarîyê yên ji sirêder tên kirin û tê de 7 berbijêr beşdar dibin. Serokkomarê niha Îlham Elîyêv, namzetên xweser Zahîd Ordûj û Fûad Elîyêv, namzetê partîya enîya neteweyî Razî Nûrûlayêv, namzetê partîya “Efirandina Mezin” Fazîl Mistefa, namzetê partîya “Adirbêcana Mezin” Êlşad Mûsayêv, namzetê partîya “Enîya Netewî ya Yekbûyî” Hûdret Hasangûlîyêv.
Li Adirbêcanê mafê 6 mîlyon û 478 hezar û 623 kesî heye ku beşdarî hilbijartinan bibin.
Dengdanyîn wê seheta 19:00 a bi dawî bibe.
Em bînin bîra we ku serokê niha ji cotmeha sala 2003 an vir ve li ser desthilatdarîyê ye û berê jî çend caran “ji nû ve” hatîye hilbijartin. Piştî mirina bavê wî Heydar Elîyêv, desthilatdarî bi awayekî mîrasî derbasî destê Elîyêv bû. Di hilbijartinên niha de wê çi encam bê tomarkirin, dîyar e ku rayedarên Adirbêcanê çavdêrên ji pêkhateyên parlêmana Avropayê venexwandine.
Bidine kifşê ku Adirbêcanê li Arsaxa ku ji nifûsa wê hatîye valakirin pêşandaneke hilbijartinê li dar xist. Li vir her çend nifûs tune be jî 23 byûroyên hilbijartinê vekirîne. Bakûyê li vir 23 hezar hilbijêr di lîsteyan de cîh girt. Karbidestên Adirbêcanê cîhê rûniştandina serokkomarê Arsaxê li Stêpanakêrtê veguherandin navendeke dengdanê kirîye û îro Îlham Elîyêv û endamên malbata wî li wir deng dan.







