
Serokwezîr Mesrûr Barzanî 6 ê sibatê pêşwazîya Konsûlê giştî yê nû yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Jamês Goldman kir.
Li gorî daxuyanîyeke hukumeta Herêma Kurdistanê, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî pîrozbahî li destbikarbûna konsûlê giştî kir û hêvîya serkeftinê jê re xwest û piştevanîya hukumeta Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşdebirina peywendîyên dualî nîşan da”.
Konsûlê giştî yê Brîtanyayê spasîya hevkarî û hevahengîya hukumeta Herêma Kurdistanê kir û amadehîya welatê xwe ji bo bihêzkirina têkelîyên li gel Herêma Kurdistanê tekez kir. Di beşeke din ya hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên Îraqê û navçeyê û giringîya dabînkirin û parastina







