H’emû nûçeSereke
Di navbera wezîretên parastinê yên Ermenistanê û Lîtvayê da şêwirdarîyên parastinê yên dualî pêk hatine

Li avahîyê wezîreta Ermenîstanêye parastinê di navbera wezîretên parastinê yên Ermenîstanê û Lîtvayê da şêwirdarîyên parastinêye dualî pêk hatine.
Serokê îdara sîyaseta parastinê û hevkarîya navneteweyî, ya wezîreta Ermenîstanêye parastinê Lêvon Ayvazyan, mijarên derbarê ewlehîyê û rêformên di warê parastinê da raberî serokê koma pêwandîyên navneteweyî û opêrasyonên navneteweyî, ya wezîreta Lîtvayêye parastinê Algîrdas Norkûs kirîye.
Derbarê pêrspêktîvên hevkarîya Ermenîstanê û Lîtvayêda pirs hatine gotûbêjkirinê û pevketin hatine destanînê.
Di dawîya şêwirdarîyêda di navbera herdu wezîretên parastinêda plana hevkarîyê ya sala 2024-a hatîye îmzekirinê.







