H’emû nûçeSereke

Di warê parastina yekîtîya axê û serbixwetîyêda borcdarîyên Fêdêrasyona Rûsyayê û Komara Ermenîstanê yên hindava hevduda hene: Zaxarova

Di warê parastina yekîtîya axê û serbixwetîyêda borcdarîyên Fêdêrasyona Rûsyayê û Komara Ermenîstanê yên hindava hevduda hene.

Li gor rapora nûçegihanê “Armenprêss”ê, nûnera fermî ya wezîreta karên der ya Rûsyayê Marîya Zaxarovayê di brîfîngekêda gotîye, dema ku ewê bersiva pirsa rojnamevana daye ku gelo Rûsyayê sîgnyalên derbarê guhertina vêktora sîyasî ya der ji Ermenistanê wergirtîye yan na.

“Welatên me hevkarîyê berdewam dikin û em hêvîdarin ku rayedarên Ermenîstanê wê nava vî halîda van tiştan li ber çevan bigirin û hilbijartina rast bikin. Yêrêvan jî di bin garantîya ewlekarîya kolêktîf  ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv da ye, di heman demê de eger êrîşeke leşkerî hebe”,- Zaxarovayê gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button