H’emû nûçeSereke
Baylozê Fransîyayê tevî mîsîya Avropayêye monîtorîngê li gundê Norabakê qesidîye
Baylozê Fransîyayêyî li Ermenîstanê Olîvîê Dikotînî tevî mîsîya Avropayêye monîtorîngê li gundê Norabakê qesidîye, ya ku çar kîlomêtrî dûrî xeta leşkerîye.Derheqa wê yekêda baylozxana Fransîyayêye li Ermenîstanê ragîhandîye.
“Amadebûna dîtindarên avropî gumanê dide binelîyên vî gundê dûr û cudabûyî. Mîsîya şedetîya wê yekêye wekî ew ji alîyê dinîyayêda nehatine bîrkirinê”,-nava nivîsarêda hatîye gotinê.