H’emû nûçeSereke
Deranîna eşîyaye ji Ermenîstanê berbi welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî zêde bûye, lê berbi welatên Yekîtîya Avropayê kêm bûye

Ermenîstanê sala sala 2023 a bahê 8 mîlyard 415 mîlyon 155 hezar dolarî eşîya ji welêt daye deranînê û ew yek himberî sala 2022 a bi 55,3 selefîva zêde bûye.Nava wê yekêda deranîna berbi welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî zêde bûye, lê ya berbi welatên Yekîtîya Avropayê kêm bûye.
Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derheqa wê yekêda komîtêya sosîyolocî daye dîyarkirinê.
Deranîna berbi welatên Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî bi 40,8 selefîva zêde bûye û gihîştîye 3 mîlyard 609 mîlyon dolarî zêdetir.Deranînên berbi welatên Yekîtîya Avropayê bi 8,2 selefîva kêm bûne û ew hejmar gihîştîye 709 mîlyon dolarî.
Em bêjin,wekî nava van hejmara beşa eşîyaye mezin çûye Rûsîyayê.







