H’emû nûçeSereke

Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê girêdayî hilbijartinên Adirbêcanêra xemgînîya xwe elam kirîye

Organîzeya Hevkarî û Ewlehkarîya Avropayê derheqa encamên hilbijartinên li Adirbêcanê elametî belav kirîye, kîjanêda  derheqa heqîtîya dengdayînêda xemgînîya xwe daye kifşê. Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê li ser înformasîya ajansa  Reuters ê ragîhandîye.

Nava elametîyêda hatîye gotinê,wekî wextê hilbijartina garantîyayên dijî dengdayîna pircûre tunebûne.

“Vê yekê pirs pêşda anî, ku gelo byûlêtên hatine hesabkirinê û gelo ew encam yên heq bûne, yan na”,-raportêda hatîye gotinê.

Hatîye dîyarkirinê,wekî amadekirina hilbijartina ya profêsîyonal bûye, lê fikira pircûre tunebûye û dengê rexnekira hatîye fetisandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button