Baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê derheqa cudantîyên pêwandîyên ermenîya-rûsada xeberdaye

Kanala têlêvîzîyonêye “Mîr 24” ê progiramek amade kirîye, kîjanêda daye dîyarkirinê, ku baylozên rûs li welatên cuda-cuda çi cûreyî roja xebatkarê Dîplomatî didine kifşê.
Baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn bi taybetî derheqa mûzêya kûltûra rûsîda, ya li Yêrêvanê, xeberdaye û ew bilind qîmet kirîye.
“Xebatên cêrge şuxulkarên kûltûra rûsî bona balozê Rûsîyayê li dilê Ermenîstanêda perçekî welatê wîne”,- kanala têlêvîzîyonê daye dîyarkirinê.
Bayloz nava axaftina xweda gotîye,wekî ew sîmvola tomerîbûna cimetaye ruhanî û çandîye.
Bayloz gumane,wekî xêncî hevkarîya Rûsîyayê û Ermenîstanêye êkonomîkî, kapîtala tomerî, ya sereke ya merivatîyêye.Ewî gotîye wekî pêwandî tenê di navbera welat û hukumatada nînin, lê usa jî pêwandîyên dîrokî û ruhanî herdu welata dikine yek.







