H’emû nûçeSereke

Civîna pêncemîn, ya şêwira hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê wê li Bryûsêlê pêk bê

Civîna pêncemîn, ya şêwira hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê wê 13 ê sibatê li Bryûsêlê pêk bê. Derheqa wê yekêda çapemenîya konsêya Avropayê ragîhandîye.

Wextê civînê, wê fikir dora qayîlnivîsara derbarê hevkarîya Ermenîstanê û Yekîtîya Avropayê bêne pevguhartinê.Xêncî wê yekê mecalên progiramên bona hevkarîyê wê bêne gotûbêjkirinê.

Ji alîyê Avropayêda wê serokatîya şêwirê bike wekîlê  pirsên sîyaseta der Jozêp Borêl, lê ji alîyê Ermenîstanêda jî wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button