Maykl Loûlêr xwe gîhandîye wan kongrêsmênên ku piştgirîya ermenîya dikin “Qanûna parastina ermenî” raber kirine
Endamê miclîsa nûneran ya Amêrîkayê Maykl Loûlêr tevî hevserokên koma Ermenîstanê ya Kongrêsê Frênk Faloûn û Gûs Bîlîrakîs û usa jî Gabê Amo “Qanûna parastina Ermenîstanê” raber kir.
Nûçegihanîya News.am ji ofîsa navendî ya byûroya data Ermenî re ragîhand ku ev projeya ku armanca wê bêparkirina Adirbêcanê ji alîkarîya leşkerî ya Amêrîkayê ye, ji alîyê komîtêya data Ermenî ya Amêrîkî ve jî bi awayekî berçav hate raberkirin. Pêşnûmeya biryarê mantîqa biryara bi heman navî dubare dike ku di dawîya sala borî de ji alîyê Sênatoya amîrîkî ve bi yekdengî hate pejirandin û ji xwe li miclîsa nûneran ya Kongrêsê ye û ji bo pêşdabirina proseya qanûnî ya nav amêrîkî tê ji bo mîsogerkirina cî bi cîkirina qanûnê. Beşa 907 ya qanûna ji bo ku desthilatên serokê Dewletên Amêrîkayê bi giranî sînordar bike.
Komxebata ermenîyan ya Amêrîkayê ji bo nîqaşkirina bilez û derbazkirina Qanûna Parastinê ya ermenîyan kampanyayeke çalakîyê ya li seranserê kolonî da destpêkirin.
Rêveberê ofîsa Waşîngtonê ya komîtêya Ermenîyan ya Amkrîkayê Aram Hambaryan wiha got: “Bi dehsalan, serokên Dewletên Yekbûyî bi neaqilane dev ji sînorên qanûnî yên li ser alîkarîyên leşkerî yên ji bo rêjîma avtorîtar ya Adirbêcanê berdidin, di warê madî de alîkarîya wan dikin û mîna sala 2023 a wan teşwîq dikin. Di dema paqijkirina etnîkî ya Arsaxê de, û her weha berdewamîya dagirkirina neqanûnî ya axa Ermenîstanê. Em spasîya nûneran lawler, Paloûn, Bîlîrakîs, û Amo dikin ji bo rêberîya wan ya prînsîp ji bo vegerandina çavdêrîya demdirêj ya kongrêyê ya alîkarîya leşkerî ya ji Adirbêcanê re. Em li pişt van destpêşxerîyên qanûnî û yên din in, ji tedbîrên ku bi mebesta mîsogerkirina sêpandina xala 907 û mêxanîzmayên çavdêrîyê ya qanûna alîkarîya derve heta sêpandina cezayên “Magnîskî” û “Lîhy” ji bo berpirsyarkirina rêjîma Elîyêv ji binpêkirina hiqûqa navneteweyî”.
Kongrêsmên Loûlêr, ku di komîtêya kar û barên der ya miclîsa nûneran de cîh digire, li ser hewcedarîya tevgerek zelal ji hêla rêveberîya Baydên ve ji bo rawestandina teşwîqkirina êrişên dijî Ermenîstanê yên Adirbêcanê rijd e. “Zêdetirî 100 hezar ermenî ji alîyê hukumeta Adirbêcanê ve hatin hedefgirtin, rastî tundîyê hatin û koçber bûn. Bi tenê nayê qebûlkirin ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî kompanyaya Adirbêcanê ya li dijî gelê ermenî fînanse bike. Qanûna parastina Ermenîstanê wê fînansekirina rêveberîya Baydên ya rêjîma avtorîtar ya Adirbêcanê û lêgerîna serwêrîya herêmê bi dawî bike”.
Endamê Kongreyê Paloûn tekezî li ser berpirsyarîya Adirbêcanê ya ji bo qirkirina li dijî gelê ermenîyên xwecihî yên Arsaxê kir, kir. “Serok Elîyêv di îlona sala borî de dema ku êrîşeke kujêner li ser Arsaxê pêk anî, hiqûqa navneteweyî binpê kir û heta niha rastî ti encamên girîng yên civaka navneteweyî nehatîye. Serkirdeyên cîhanê nekarîn kampanyaya wî ya qirkirinê rawestînin, ku 120 000 ermenî ji welatê wan yên dîrokî koçber kirin, tevî ku gotinên wî yên şerkar û tevgerên leşkerî eşkere kirin ku êrîşek nêzîk e. Dem dema wê ye ku Amêrîka û hevalbendên me tevdîrên cidî bigirin ku rê li ber mirin û wêrankirina zêdetir bi destê Elîyêv bigire û ewlekarî û aramîya navçeyî ya ku Ermenîstanê wekî dêmokrasîyek hewcedar e peyda bike. Qanûna Parastinê ya Ermenîstanê wê di dawîyê de berpirsyarîya rêjîma Elîyêv bihêle, heta ku ew kiryarên xwe yên bêîstîqrar li herêmê rawestînin, her piştgirîya Amêrîka ya din rawestîne”.
Ji alîyê xwe ve Gûs Bîlîrakîs jî tekezî li ser pesendkirina projeyê kir. “Ji ber qeyrana sîyasî û mirovî ya ku ji ber êrîşên vê dawîyê yên Adirbêcanê li dijî Ermenîstana cîran pêk hatîye, bêaqilî ye ku baca bacgirên amêrîkî bi pereyên xwe piştgirî bidin vê rêjîma hovane. Ew drav dikare li vir li malê çêtir bê bikar anîn. Divê em peyameke zelal bidin hukumeta Adirbecanê û hevkarên xwe yên li çaralîyê cîhanê ku Amerîka piştgiriyê nade êrîşên li dijî gelê ermenî. Em nikarin rê bidin hukumeta Adirbecanê ku ji bo êrîş û dorpêçkirina leşkerî ya hovane ya li dijî ermenîyên Qerebaxa Çîya “destûrek belaş” bistîne. Ez serbilind im ku piştgiriyê didim vê qanûna dualî ya ku dê nîşan bide ku Dewletên Yekbûyî li cem gelê Ermenîstanê radiweste û êrîşa Adirbecanê ya li ser Qerebaxê qebûl nake”.