H’emû nûçeSereke

Adirbêcan ne xweyê gotin û îmzeya xweye: çi hevraxeberdana radiwestîne?

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di hevpeyvîna xwe ya bi rojnameya “The Telegraph” ya brîtanî re gilîyê xwe ji pêşketîna hevraxeberdanên bi Adirbêcanê re yên li ser “Peymana aşîtîyê” kir. Di hevpeyvîna dirêj ya 43 deqeyî de, Paşînyan bi piranî behsa danûstandin û rêkarên ewlehîyê kir. Ewî bal kişand ser wê yekê ku cihêrengîya di warê ewlehîyê de ji xwe li welatên Yektîya Avropayê, Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, Fransîyayê, Îranê, Hindistanê û hin alîyên din rastîyek e. Paşînyan eşkere kir, lê belê ev nayê wateya qutkirina têkilîyên bi Rûsyayê re.

Ferqa mehanda, xweşbîntya dîyarkirî vediguhere nirxandinên neyînî, danûstandinên di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de bi rastî dirêj tê gotin. Serokwezîrê Ermenîstanê bi berfirehî ji guhdarên berfireh yên rojnameya brîtanîye “The Telegraph” re eşkere kir ku çima hevdîtinên lihevkirî yên bi Elîyêv re nayên kirin.

“Rastiya ku me ewqas dem winda kiriye ne nîşanek erênî ye. Dema ku em bûyeran bidin kêleka hev, wek mînak li Ermenîstanê, analîst hene ku di wê baweriyê de ne ku ev hemû tê wê wateyê ku Adirbêcan gav bi gav paşve dikişe û dev ji peymanên ku li ser platformên navneteweyî û di navbera me de hatine kirin, berdide.Analîz hene ku Adirbêcan ji peymanên ku pêk anîne gav paşde diavêje. Daxuyaniyên ku serokkomarê Adirbêcanê di destpêka çileya  sala 2024 de di hevpeyvîna xwe ya bi televizyona Adirbêcanê re kiribû, min wek derbeyek li pêvajoya aştiyê nirxand. Lê ew derbe ne tenê pêvajoyek cuda ye. Destpêkê bi qirkirina etnîkî ya li Qerebaxê destpê kir, duyemîn bi redkirina civîna Granadayê, piştre bi redkirina civîna Bryûselê û her wiha bi redkirina hevdîtinên pêşerojê re”.

Cara dawî Paşînyan û Eliyêv  26 ê kanûnê  li Sankt Pêtêrbûrgê

li civîna bilind ya nefermî ya Welatên Hevalbendîya Serbest ku ji aliyê serokê Federasyona Rûsyayê Vladimir Putin ve hatibû organîzekirin, rastî hevdu hatine

Berîya Sankt Pêtêrbûrgê Elîyêv ji gelek danûstandinên plankirî red kiribûn, hemû li ser platformên rojavayî. Paşînyan niha dibêje, prînsîpên aştîyê yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de  3 formatên navneteweyî de hatine lihevkirin.

“Ya yekem  6 ê cotmeha sala 2022 de, di civîna çaralî ya li Prahayê de pêk hat. Me daxuyanîyeke hevpar pejirand û tê de hat qeydkirin ku Ermenîstan û Adirbêcan li ser esasê danezana Almatî ya sala 1991 ê yekparebûna axa hev nas dikin. Divê dêklarasîya Almatayê bibe bingeha xêzkirinê. Ev tê wê wateyê ku di pêvajoya xêzkirina di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ne sînorek çê bibe, divê sînorên ku bi daxuyanîya Almatayê ji nû ve hatine piştrastkirin li ser nexşeyan û li ser erdê bêne dîyarkirin. Ev yekemîn peymana bingehîn e”.

Peymana din  30 ê cotmehê de pêk hat. Di navbera serokên Rûsîyayê û Adirbêcanê û serokwezîrê Ermenîstanê de daxuyaniyeke sêalî hat îmzekirin û tê de alîyan bi daxuyaniyeke nivîskî qebûl kirin ku yekparçeya ax û serwêrîya hev nas dikin û ragihandin ku ew bikaranîna hêz û gefa hêzê red dikin, hemû pirsgirêkan bi danûstandinan çareser bikin. Ev peyman di heman demê de bû bingehek ji bo pêkhatin û danîna prînsîpa bingehîn ya sêyem, ku tê wê wateyê ku vekirina peywendîyên li herêmê, rakirin û vekirina rêyan ji hev re dê di bin şert û mercên rêzgirtina ji serwerî û dadwerîya dewletan pêk bê. Ev hemû prînsîp di encama hevdîtinên sêalî yên 14 ê gulanê û 15 ê tîrmehê li Bryûsêlê, bi belgeyên giştî hatin tomarkirin.

“Di bingeh de, mîmarî û prînsîbên peymana aştiyê di navbera Ermenistanê û Adirbêcanê de li hev kirin û di dawiya sala borî de ji me re xuya bû ku em pir nêzîk bûn ku di dawiyê de li ser teksta peymana dawî li hev bikin, lê ji destpêkê, Adirbêcanê sê caran red kir ku bi formên cuda beşdarî danûstandinan bibe û piştre hilbijartinên serokatiyê li Adirbêcanê hatin destnîşankirin. Û bi rastî em li ser vê xalê ne û ez texmîn dikim ku piştî hilbijartinên serokkomariyê eger îradeya siyasî hebe em ê karibin van xalan pêk bînin”.

Paşînyan îzbat dike ku îradeya sîyasî ya pêwîst li Ermenîstanê heye. Li ser navê xwe jî soz dide ku ji bo aştîya herêmê her tiştî bike. Ew hêvî dike ku welatên din yên herêmê jî li gorî heman mantîqê tevbigerin.Di şert û mercên hevraxeberdanên demdirêj de, serokwezîrê Ermenîstanê xetereya şerekî nû wiha formûle dike:

“Ez li ser belgeyan disekinim. Heger gotina Adirbêcanê ew e ku tu belgeyên ku ji alîyê xwe ve hatine îmzekirin û qebûlkirin nas nake, divê bi eşkereyî ragihîne. Heger Adirbêcan hurmetê nede wan belgeyên ku bi xwe îmze kirine, wê demê Adirbêcan dikare êrîşî her welatekî bike.Çima tenê Ermenîstan? Heger rêzê li peymanên xwe yên navneteweyî negire, wê demê li dora xwe binêre, dikare êrîşî her welatekî cîran bike. Ez usa difikirim ku divê her dewletek ku ji xwe re hurmetê digire li ser sozên xwe tevbigere”.

Li gorî lêkolînerê sîyasî Hakob Badalyan, tenê faktorek dikare Adirbêcanê bîne qadeke avaker.

 “Tu rêyek din tune, vegerandina hevsengiya hêzê. Di rewşeke din de, Adirbecan bi awayekî din ji ya ku niha diaxive, bi me re naaxive.Yekane rêya guhertina wî zimanî bihêztirbûn e. Û ji bo bihêzkirina me ne tenê kirîn û anîna çekan girîng e, ji ber ku ev çek her çendî pir girîng in jî divê di bin îstixbarata dewletê de bin, ango naveroka dewletê. Û ji bo wê jî girîng e ku civaka me pê re bijî, ne bi dubendiya ku dev ji nasnameya dewletê berde. Yanî em red dikin an na? Ger em red nekin dê şer çêbibe û êdî divê em ji bilî xwe tu kesî sûcdar nekin û eger em red nekin wê demê diyar e ku kêşeya Ermenîstanê namîne”.

Di warê ewlehiyê de jî Paşînyan eşkere kir: Pirrengbûna têkiliyên Ermenîstanê nayê wateya qutkirina têkiliyên bi Rûsyayê re, endamtiya NATO yê jî di rojeva Ermenîstanê de nîne. Lê wek her dewleteke serdest, mafê Ermenîstanê jî heye ku bibe xwedî artêşeke pêşketî û xurt. Serokwezîr ji bo parastina xaka serwerî û serweriya dewletê zelal dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button