H’emû nûçeSereke
Nava karê berxudana li ber pirsgirêkên Ermenîstanêye niha û pêşerojêda nûbûnê rola girîng bilîze

Baylozxana Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî rûpelê X ê da nivîsîye,wekî bayloza Amêrîkayêye li Ermenîstanê Krîstîna Kwîn rastî wezîrê Ermenîstpanêyî têknolocîyên bilind Mxîtar Hayrapêtyan hatîye û wextê hevdîtinê, pirsên girêdayî govekên hevkarîya dualî, ya nava kirîn-frotana têknolocîyada hatine gotûbêjkirinê.
“Nûbûn nava pêşkeftina êkonomîka Ermenîstanêda hêza taybet bûye û ewê nava karê berxudana li ber pirsên niha û pêşerojêda roleke girîng bilîze”,-baylozê gotîye.







