H’emû nûçeSereke
Serokwezîr bi serokê komîsyona aborî ya Avrasyayê re pirsên hevkarîya di çarçoveya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de gotûbêj kirîye
Serokwezîr Nîkol Paşînyan serokê kolêgîya komîsyona aborî ya Avrasyayê Baktîjan Sagîntayêv qebûl kirîye.
Serokwezîr carek din bi minasebeta destbikarbûna wî postê nû pîrozbahî li birêz Sagîntayêv kir û jê re karekî bibandor xwest.
Di hevdîtinê de li ser mijarên pêşanî û bernameyên serokatîya Komara Ermenîstanê li yekîtîya aborî ya Avrasyayê gotûbêj kirin. Li ser mijarên têkildarî hevkarî û geşepêdana aborî ya di çarçoveya Yektîya Avrasîyayêye Êkonomîkî de fikir hatin guherandin.
Her wiha behsa projeya “Xaçerêya aştîyê” ya hukumeta Ermenîstanê jî hat kirin.