H’emû nûçeSereke
Adirbêcan menîya digere ku li ser sînor êskalasîyayê destpêke:wezîreta Ermenîstanêye karên der

Kirinên Adirbêcanêye agrêsîv didine kifşê,wekî Adirbêcan menîya bona êskalasîyayên li ser sînor digere.
“13 ê sibatê, li qeza Ermenîstanêye Syûnîkê, nêzîkî gundê Nêrkîn Handê, Adirbêcanê provokasîya bi sirê mîyaser kir û nava encamê wê yekêda çar leşkerên ermenî bûne cangorî û leşkerek jî birîndar bû.
Nenihêrî elametîya alîyê ermenî wekî hema wê rojê jî çapemenîya azêrîya elametî belav kir, ku li alîyê beşa Kapanê leşkerekî azêrî birîndar bûye, 13 ê sibatê agrêsîya hate mîyaserkirinê.Ev yek dide kifşê,wekî Adirbêcan bona êskalasîyayên li ser sînor menîya digere”,- nava elametîya wezîreta karên derda hatîye gotinê.







