H’emû nûçeSereke

Borêl biryara Ermenîstanê ya tevlêbûna statuya Romayê wêrek û giran dibîne

Komîsarê bilind yê kar  û barên der û polîtîkayên ewlekarîyê yê Yekîtiya Avropayê Jozêp Borêl pêşwazîya destpêşxerîyên hukumeta Ermenîstanê yên di warê rêformên di warê dadwerî û têkoşîna li dijî gendelîyê de kir.

Li gorî rapora nûçegîhanê “Armênprêss”ê li Bryûsêlê, Borêl ev yek di civîneke çapemenîyê ya hevbeş de li gel wezîrê karên der yê Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan got.

Nûnerê bilind ya Yektîya Avropayê dîyar kir ku ew Ermenîstanê teşwîq dike ku di têkoşîna li dijî cudakarî, gotinên nefretê û belavkirina dêzînformasyonê de bi dijwarî re rû bi rû bimîne.

Jojêp Borêl amaje bi biryara Ermenîstanê ya ji bo tevlêbûna statûa Romayê jî kir û ev biryar wek biryareke giran û wêrek nirxand.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button