H’emû nûçeSereke
Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê dora rojeva hevkarîya nû xebatê destpê dikin: Jozêp Borêl

Ermenîstan û Yekîtîya Avropayê dora rojeva hevkarîya nû xebatê destpê dikin. Derheqa wê yekêda wekîlê Yekîtîya Avropayê, yê sîyaseta der û ewlehkarîyê, Jozêp Borêl wextê prêss-konfêransa tevayî, ya tevî wezîrê Ermenîstanêyî karên der gotîye.
“Ev birîyar sîgnala qewat dide pêwandîyên meye nû û wê xerîta rê bona wê yekê bide”,-Borêl gotîye.
Borêl gavên Ermenîstanêye bona şerkarîya dijî ruşetxwerinê silav kirîye.
Ewî usa jî derheqa pirsên ewlehkarîya li herêmê xeberdaye.







