SerekeSport

Malxas Amoyan: ez serkeftina xwe dîyarî gelên ermenî û êzdî dikim û ji bo piştgirîya mezin spasîya her kesî dikim

Şampiyonîya sêemîn ji bo min zehmet bû. Kêfxweş im ku min karibû bo cara sêem bibim şampîyonê Avropayê. Min dijminê tirka têk bir, erê ev şahîyeke mezin e, lê şîn heye û hûn nizanin çi bikin.

Malxas Amoyan, şampîyonê 3 caran yên Avropayêye, şampîyonê cîhanê, ku beşdarî lîstikên olîmpîyadê yên Parîzê bû, di axaftina xwe ya bi nûçegihan news.am ê, ya ji paytexta Rûmînyayê- Bûxarêstê re got.

Malxas Amoyan di 13 ê sibatê de di şampîyonîya guleşta greko-romen ya Avropayê de cara sêyemîn bû şampîyon.

Di fînalê de şampîyonê cîhanê Yûsûf Êmrê Beşarê tirk 7:0 têk bir.

 “Ez kêfxweş im ku min karîbûm sê caran şampîyonê Avropayê bête ragîhandin. Hestên min nayên ravekirin. Min hêvî dikir ku ez bikaribim cara sêemîn sernavê bidest bixim. Ez diçim her tûrnûvayê da ku zêr qezenc bikim. Ji bo van serkeftinan ez spasîya rahênerên xwe, hevalên xwe, gelê ermenî û êzdî, hemû kesên ku piştgirî didin min, dikim.

Bi bihîstina bûyerên duh yên li ser sînor min gelekî xerab hîs kir. Di wan kêlîyan de tu nizanî çi bibêjî, çi bikî, her nûçeyek li ser leşkerên me berpirsîyarîya me zêde dike. Dema ku hûn dibihîzin, agahdar dibin û nizanin çi bikin, hestek pir xirab e.

Serketina sêemîn ji bo min cuda bû. Dema ku ez cara yekem bûm şampîyonê Avropayê, hestên min yên mezin hebûn, cara duyemîn jî. Serkeftina min ya duh ji yên berê cudatir bû. Divê ez bibêjim ku ev serkeftin ji bo min dijwartir bû.

Ji bo bidestxistina mêdalyaya zêr ya olîmpîyadê ez ê her tiştî bikim. Ez ê bi tevahî ji bo lîstikên olîmpîyadayê amade bikim.

Amoyanê  24 salî di salên 2022 û 2023 an de jî bûye şampîyonê Avropayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button