SerekeSport

Malxas Amoyan gulaşvanê tirk têk bir û cara 3 em bû çêmpîyonê  Avropayê

Malxas Amoyan ku yek ji lîdêrên tîma neteweyî ya Ermenîstanê ye, di çêmpîyonîya guleşa yûnanî-romayî,  ya Avropayê ya ku li Bûxrêsta paytextê Rûmanyayê hat lidarxistin, cara sêemîn bû çêmpîyonê  Avropayê.

Çêmpîyonê cîhanê Malxas Amoyan di fînala 77 kîloyanda tevî Yûsûn ÿmrê Beþarê ji Tirkîyayê qewata xwe da kifşê.

Malxas Amoyan 24 salî ye, ji miletê meye. 22 çileya sala 1999  a li Yêrêvanê ji dayîk bûye. Di giranîya 72 kg de çêmpîyonê cîhanê ye, di giranîya 77 kg de xwedîyê mêdala tûnc ya ducarî ya cîhanê ye, di  77 kg de xwedîyê mêdala zîv ya kûpaya cîhanê ya ferdî, çêmpîyonê cîhanê yê M23 ye.

Amoyan birazîyê Romanê Hesen Amoyan e, yê xwedîyê mêdala bronz fa lîstikên olîmpîyada li Pêkînêye sala 2008 a, çêmpîyonê duemîn yê cîhanê, du caran xwedîyê mêdala bronz ya çêmpîyonîya cîhanê, du caran çêmpîyonê Avropayê, çar caran cîgirê çêmpîyon, guleşvanê grêko-romî ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button