Zûtirekê bi Ermenîstanê re li ser serbestkirina vîza dîyalogê çê bibe:Jozêp Borêl

Zûtirekê di navbera Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê de li ser lîbêralîzekirina vîza Yektîya Avropayê ji bo welatîyên ermenî dîyalogê çê bibe.
Li gorî ku nûçegîhanê “Armênprêss”ê li Bryûsêlê ragihand, ev yek ji alîyê komîsarê bilind yê kar û barên der û sîyaseta wlekarîyê ya Yekîtîya Avropayê Jozêp Borêl di civîneke çapemenîyê ya hevbeş de li gel wezîrê Ermenistanêyî karên der Ararat Mirzoyan ragihand.
“Ez balê dikişînim ser eleqeya mezin ya Ermenîstanê ya ji bo serbestkirina vîza.Demeke nêzîk de li ser vê yekê dîyalogeke guncan çê bibe”,- Borêl gotîye.
Ewî usa jî daye kifşê, ku ew dixwazin piştgirîya beşdarbûna Ermenîstanê di projeya kabloya elektrîkê ya deryaya Reş de bikin. “Ev însîyatîveke bi potansîyeleke bi hêz e ku dikare berdêlên aştîyê bîne”,-Borêl daye kifşê.
Li gorî nûnerê bilind yê Yektîya Avropayê têkilîyên Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê ji her demê qewînin.







