H’emû nûçeSereke

Adirbêcan li herêmê stratêjîya kûrkirina dijminatîyê berdewam dike: Baxdasaryanê bersiva elametîyên Bekûyê daye

Berdevka serokwezîrê Ermenîstanê Nazêlî Baxdasaryanê bersiva cêrge elametîyên Bekûêye fermî daye û bi taybtî gotîye,wekî Adirbêcan  li herêmê stratêjîya kûrkirina dijminatîyê berdewam dike û ev yek bona tevlîhevkirinê qezîyaye.

“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî Baxdasaryanê rûpelê facebook ê da nivîsîye: “Çawa bersiva cêrge elametîyên ji Bekûyê ez borcdarim elamkim:     

Qanûndarîya Komara Ermenîstanê îşê Ermenîstanêyî hundure û mafê tu hêzeke ji der tune ku tevî îşê welatê meyî hundur bibe.

Çi ku derheqa dewekarîyên hindava axêdane, Ermenîstan hindava pevketinên li ser platformên navneteweyî amine, bo ku yekîtîya axa hevdu li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayê naskin, xebatên kifşkirina sînora li ser hîmê wê dêklarasîyayê mîyaserkin û vekirina rîya jî gerekê li ser hîmê prînsîpa wekehevtîyê û serbixwetîyê bê mîyaserkirinê.

Adirbêcan van pevketina diteribîne û propaganda xweye agrêsîv, ya bi gefxwerina berdewam dike, ya ku dijî pevketinên destanîye.

Bi wê yekêva tevayî, Adirbêcan erdê 31 gundên Ermenîstanê bin kontrola xweda xweyî dike.Ev hemû tişt dide kifşê,wekî Adirbêcan li herêmê stratêjîya kûrkirina dijminatîyê berdewam dike, ya ku bona  qewînbûna herêmê qezîyaye.

Ermenîstanê cedandinên bona îzbatkirina aşîtîyê berdewam bike û careke mayîn pêşnîyarî  Adirbêcanê dike, ku artêşa xwe gorî sînorê sala 1991 ê paşda vekişîne.Ew yek wê bibe gaveke bona qewînbûn û aminaya di navbera herdu alîyada.

Çi ku derheqa peymana aşîtîyêdane, nava projeya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda xaleke hevraqayîlkirî îdî heye, gorî kîjanê alî nikarin qanûndarîyên hevdu destnîşan bikin, bona ku ji xaleke peymanê xwe dûr bigrin.

Ez careke mayîn diwekilînim,wekî Ermenîstan û Adirbêcan dora vê xalê îdî bi hevra qayîl bûne û elametîyên ku ji Bekûyê tên bihîstinê, dijî vê pevketinêne”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button