Pisporê Îranî firqîya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda, ya nava çarçoveya korîdora bakûr-başûr şirove kirîye

Bona Îranê kemala rêyên ku nava Ermenîstanê û Adirbêcanêra derbaz dibin, yên nava çarçoveya korîdora bakûr-başûr cudaye.Derheqa wê yekêda pêşezanê înstîtûta lêkolînên Îranê û Avrasîyayê Godratola Şafîê gotîye.
Ewî şirove kirîye, wekî nava Adirbêcanêra gilî derheqa rîya berbi Rûsîyayêdane, lê nava Ermenîstanê û Gurcistanêra diçin berbi Avropayê. Bo wê yekê ev herdu rê bi kemala xweva cudane.
“Têhran dicedîne çawa nava Adirbêcanêra herine berbi Rûsîyayê, usa jî nava Ermenîstanêra herine berbi Avropayê”,-pispor gotîye.
Eva hema ewe, çi ku Hindistan jî dixweze, ya ku dicedîne nava Îranêra here berbi Avropayê û usa jî berbi Ermenîtstanê û Gurcistanê.
“Hê eyan nîne ku rîya nava Adirbêcanêra wê kengê bê vekirinê.Ew yek dikare sala bikişîne, çimkî nava çarçoveya vê projeyêda pêwîste ku li Îranê rîya hesinîye sed kîlomêtrî çêkin”,- pispor gotîye.
Ewî usa jî gotîye,wekî nava Adirbêcanêra çûyîna berbi bakûr rîske, çimkî Adirbêcan dikare rola tranzîta xwe bide xebatê û heger bixweze bide girtinê, Îranê pirsgirêka sazke
“Feqet, heger provokasîyayên wî cûreyî hebin, rêyên berbi Rûsîyayê dikarin yên mayînbin jî: yan behra Kaspîyêra, yan Tirkmênistanêra, yan jî Qazaxstanêra. Feqet rîya nava Ermenîstanêra bona Îranê girînge, çimkî ew rê ya berbi Avropayêye”,- ewî gotîye.







