
27 ê çileya sala 2024 a, piştî du roja, dema ku admînîstrasîya Baydên careke mayîn bangî Kongrêsê kir, ku frotana balafirên F-16 bona Tirkîyayê îzbakin, serokê Tirkîyayê Receb Êrdogan wextê civîna partîya xwe got: “Şerkarîya me ya bona derxistina dijminên me /yûnana/ ji axa me ser hevda nehatîye “,- Êrdogan gotîye. Eva elametîya provokasîyon bû, bi hesabhildana qetilkirinên li Smîrnê, wextê kîjana 100 000 meriv hatine kuştinê û bi fikira zanista, ew yek çawa komkujîya yûnanên Anatolîyayê tê hesabê.
Piştî hevtêkê lêkolînerê tirk derheqa rokêta balîstîk, ya Tirkîyayêda xeberda û derheqa berdana wêye berbi Yûnanistanê da dîyarkirinê.
Bona Tirkîyayê ne tenê Yûnanistan çawa pirsa dewekarîyên axê tê hesabê.Wezîrê parastinêyî berê Hûlûsî Akar wextê seredana 29 ê çileya sala 2024 a, ya li Adirbêcanê, hindava Ermenîstanê gef xwerin û da dîyarkirinê,wekî Tirkîya dikare mînanî cimeta Qerebaxê paqijkirinên êtnîkî mîyaserke. Bi piştgirîya Tirkîyayê, Adirbêcan dîsa dagirkirina axa Ermenîstanê berdewam dike.
Admînîstrasîya Baydên dikare wê yekê nîşan bide, ku Tirkîyayê qayîlîya xwe bona endemtîya Swêdêye nava NATO ê da çawa serkeftin bide kifşê, lê rîska şerê di navbera NATO ê da dikare hebe.







