H’emû nûçeSereke

Gundên ku netewên kêmjimar lê dijîn, wê dotasîyayên bona wan bêne zêdekirinê: wezîr

Bernama amadekirî, ya bona zêdekirina byûcêya çar gundên li Komara Ermenîstanê û zêdekirina byûcêya wan 500 mîlyon diramîva nava êtapa amadebûnêdane.

Derheqa wê yekêda wezîrê serkarîkirina sîstêma û dor-bera, Ginêl Sanosyan wextê qisa tevî “Armênprêss” ê gotîye û serda zêde kirîye,wekî cudakirinên anegor, yên nava byûcêyêda îdî hatine kirinê û qewil hatîye pêşdakişandinê, wekî hema nava vê salêda jî bernamê ser hevda bînin.

Wezîr usa jî derheqa werguhastinên nava wan gundada gotîye, li kîderê netewên kêmjimar dijîn. Hatîye dîyarkirinê,wekî mecalên byûcêyên wan gunda têrê nakin û hukumatê birîyar kirîye ku ji sala 2024 a da dotasîyayên bona wan bidine zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button