Îran amadeye ewlehkarîya stratêjî, ya li Qafqasîya Başûr bide çareserkirinê, bi hesabhildana xetên xweye sor

Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê, serokê komîsîya hevkarîya Ermenîstanê û Îranêye êkonomîkî Mihêr Grîgoryan li Têhranê rastî serokê Îranê Êbrahîm Raîsî hatîye.Derheqa wê yekêda malpera serokê Îranê ragîhandîye.
“Em piştgirîyê didine mîyaserskirina pevketinên destanî, yên di navbera Têhranê û Yêrêvanêda”,-Raîsî gotîye. Raîsî wextê hevdîtina tevî Mihêr Grîgoryan gotîye,wekî pêwandîyên di navbera Têhranê û Yêrêvanêda, yên dîrokî, dostîyê û çêkirinêne.
Bi axaftina derheqa pirsgirêkên Qafqasîya Başûr,ewî gotîye wekî cedandinên Îranê bona xweyîkirina qewînbûnê û ewlehkarîyêne.
Serokê Îranê hevraxeberdanên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanêda silav kirîye û derheqa piştgirîya xweda daye dîyarkirinê.Raîsî gotîye,wekî Komara Îranê dixweze û amadeye garantîya ewlehkarîya herêma Qafqasîyayê bide û nava wê pirsêda derheqa xetên Têhranêye sorda xeberdaye.
“Em qayîl nînin, ku bi menîyên başqe li herêmê bîyanî hene, yên ku bona helkirina pirsa hatine û em difikirin wekî hazirîya wane li vir wê ne tenê pirsê hel neke, lê bona milet û hukumatên hermê bibe pirsgirêka mezin”,-serokê Îranê gotîye.
Cîgirê serokwezîrê Ermenîstanê gotîye wekî bona hukumata Ermenîstanê û cimeta wê serbixwetîya Ermenîstanê girînge û piştgirîya Îranêye bona parastina serbixwetîyê girînge.Cîgirê serokê hukumatê derheqa hevkarîya dualîda jî xeberdaye.







