H’emû nûçeSereke

Blînkên tekezî li ser dilxwazîya Amêrîkayê bo berdewamkirina hewlên danûstandin û pêvajoya aştîyê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de kir

Wezîrê derve yê Amêrîkayê Êntonî Blînkên di hevdîtina bi serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan re tekezî li ser amadebûna Amêrîkayê ji bo berdewamkirina hewlên xwe yên di pêvajoya hevraxeberdanên dualî û aştîyê de kir û hêvîya berdewamîya dîyalogê xwest.

Li gorî nûçeya “Armenprîss” ê, hukumeta Ermenîstanê di çarçoveya forûma ewlekarîyê ya Myûnxênê de hûrgilîyên hevdîtina Paşînyan-Blînkên eşkere kir.

Di axaftina xwe ya bixêrhatinê de, Paşînyan ev civîn bi derfeteke gelek baş ji bo gotûbêjkirina mijarên cuda nirxand. “Helbet mijarên herêmê jî ji bo rojeva me gelek girîng in. Mixabin di vê demê de di navbera Ermenistan û Adirbêcanê de qonaxeke nû ya alozîyê heye, di van demên dawî de rageşîyeke nû zêde bû, ku bû sedema zirarên mezin. Cerdevanên ermenî li ser sînorê Adirbêcanê hatin kuştin. Ez dixwazim vê rewşê bi we re jî biaxivim”,- Nîkol Paşînyan gotîye.

Êntonî Blînkên  sirîya xweda  dîyar kir ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ji bo aştîya mayînde ya Ermenîstanê teqdîr dike.

Di civînê de behsa pêvajoya birêkûpêkkirina têkilîyên Ermenîstan û Adirbêcanê hat kirin.

Nîkol Paşînyan hewildanên şexsî yên Blînkên ji bo piştgirîkirina pêvajoya  hevraxeberdan û dîyalogê di warê dabînkirina aştî û îstiqrarê li herêma Qafqasîya Başûr bilind nirxand. Serokwezîr amadebûna Komara Ermenîstanê ji bo çareserîyên konkret, bi taybetî li ser esasê prînsîpên ku berê bi nivîskî li ser platformên navneteweyî hatine tomarkirin, dubare kir.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button