H’emû nûçeSereke

Bona Îranê guhartina sînora tiştê qebûlkirinê nîne: bayloz derheqa “Korîdora Zangêzûrê”da

Tabîya Komara Îranêye Îslamî ewe, wekî gerekê qedirê yekîtîya axa welatên herêmê bigrin.

Derheqa wê yekêda baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mehdî Sobhanî gotîye, dema ku ewî bersiva wê pirsê daye ku gelo tabîya Îranêye hindava “Korîdorа Zangêzûrê” hatîye guhartinê, yan na.

“Tabîya Îranê ewe,wekî em nikarin guhartina sînora qebûlkin.Her guhartineke sînora gerekê li ser bingeha naskirina yekîtîya axê, ya herdu welata bê kirinê û ewe tabîya meye dawî.Tabîya Îranê ewe wekî gerekê qedirê yekîtîya axa welatên herêmê bê girtinê”,-bayloz gotîye.

Bi gotina dîplomat, bona Îranê tiştê qebûlkirinê nîne wekî ew halê dora Ermenîstanê dibîne.Ewî serda zêde kirîye,wekî ew hêvîdarin wekî rîya tek-tenê pêwandîyên edil û dîyaloga dostîyêye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button