H’emû nûçeSereke
Li Myûnxênê serokwezîr pirsên derheqa hevkarîya dualîda tevî seroka banka Avropî, ya daçêkirinê û pêşdaçûyînê gotûbêj kirine

Nava çarçoveya civîna li Myûnxênê, Nîkol Paşînyanê serokwezîr pirsên derheqa hevkarîya dualîda tevî seroka banka Avropî, ya daçêkirinê û pêşdaçûyînê, Odîl Rêno Basoyê gotûbêj kirine.
Nîkol Paşînyan derheqa hevkarîya di navbera hukumata Ermenîstanê û banka Avropîda daye dîyarkirinê, nava encamên kîjanêda nava cêrge govekada gelek bername tên mîyaserkirinê. Bi gotina serokwezîr, wê hevkarîyê alî qewînbûn û pêşdaçûyîna êkonomîka Ermenîstanê kirîye.
Xanim Basoyê jî derheqa mîyaserkirina bernamada xeberdaye û serda zêde kirîye wekî banka Avropî amadeye hevkarîya dualî bide berfirehkirinê.







