H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Olaf Şols derheqa pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê xeberdane

Nava çarçoveya hemcivîna li Myûnxênê, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û kanslêrê Almanîyayê Olf Şols rastî hevdu hatine.

Berdevka serokwezîr Nazêlî Baxdasaryanê gotîye,wekî pirsên derheqa rojeva dualî, ya Ermenîstanê û Almanîyayê û usa jî pêvajoya normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê hatine gotûbêjkirinê.

Nîkol Paşînyanê cedandinên Şolsê kanslêr, yên bona piştgirîya dîyalogê û çareserbûna aşîtî û qewînbûna li Qafqasîya Başûr bilind qîmet kirîye. Serokwezîr careke mayîn derheqa aminaya Ermenîstanêda, ya hindava pêvajoya aşîtîyê îzbat kirîye.

Olaf Şols daye dîyarkirinê,wekî ew amadeye cedandina bona aşîtîyê û dîyalogê berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button