H’emû nûçeSereke
Serokwezîr rastî serokê fonda piştgirîya dêmokrasîyê hatîye
Nîkol Paşînyanê serokwezîr rastî serokê fonda piştgirîya dêmokrasîyê Dêymond Wîlson hatîye.
Wextê hevdîtinê, pirsên derheqa werguhastinên li Ermenîstanê, yên nava goveka dêmokrasîyêda, pêşxistina rojeva hukumatê, şekarîya dijî ruetxwerinê û usa jî pirsên derheqa azaya xeberê û çapemenîyê hatine gotûbêjkirinê.
Dêymon Wîlson derheqa pêşkeftina Ermenîstanêye nava salên dawîda daye dîyarkirinê û gotîye wekî ew amadene dîsa piştgirîyê bidine bernamên hukumata Ermenîstanê.
Hevkarîya di navbera hukumata Ermenîstanê û fonda piştgirîya dêmokrasîyê, girîng hatîye hesabkirinê.