H’emû nûçeSereke

Serokwezîrê Ermenîstanê û sêkrêtarê  Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî pêşdaçûyîna dîyaloga strêcî girîng hesab kirine

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan û sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên li Myûnxênê  têmayên derheqa pirsên rojeva pêwandîyên Ermenîstanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî, gotûbêj kirine.

Derheqa wê yekêda ji hukumata Ermenîstanê ragîhandine.

Nava xebera silavkirinêda, Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî ew wê dînamîkayê bilind qîmet dikin, ya ku nava pêwandîyên dualîda heye.Paşînyan gotîye,wekî ew hevkarî ji sala 2019 a da destpê bûye.

Blînkên sirîya xweda gotîye,wekî Ermenîstan bona dewleta wî hevkareke qîmetlûye û ew dikarin pêwandîyên di navbera herdu welatada bidine qewatkirinê.

Wextê hevdîtinê, pirsên derheq rojeva pêwandîyên dualîda hatine gotûbêjkirinê û pêşkeftina dîyaloga stratêcî girîng hatîye hesabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button