H’emû nûçeSereke

Tu bingeheke Adirbêcanêye qanûnî tune ku  êrîşî  ser Ermenîstanê bike: Êdmon Marûkyan

Balyozê Ermenîstanêyî pirsên taybet Êdmon Marûkyan li ser pirsa ku gelek caran jê tê kirin, gelo Adirbêcanê dîsa êrîşî ser Ermenîstanê bike an na, xeberdaye.

Li gorî ragîhandina “Armenprêss”ê, Marûkyan li ser platforma X a tora civakî ragîhandîye ku bersiva wî bo wê pirsê ewe, ku tu bingeheke Adirbêcanê tune ku êrîşî ser Ermenîstanê bike. Her wiha ji sala 2021 ê û vir da hemû kiryarên Adirbêcanê, li gorî mafê navneteweyî, çawa agrêsîya û xirabkarî tên hesabê.

“Dagirkirina Adirbêcanê ya li ser herêmên Ermenîstanê bêceza dimîne.Civaka navneteweyî gerekê qebûl bike ku lêgîtîmîya agrêsîya Adirbêcanê tune û dewê bike ku Adirbêcan leşkerên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne û daxwaza vegerandina danûstandinan bike”,- Marûkyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button