H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyanê serokwezîr rastî seroka Orgenîzeya navneteweyî ya mîgrasîyayê hatîye

Wextê hevdîtina tevî serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan seroka Orgenîzeya nevneteweyî ya mîgrasîyayê Êmî Popê kardarîya werguhastinên Ermenîstanêye nava wê govekêda daye dîyarkirinê.

Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, wextê hevdîtinê pirsên derbarê hevkarîya di navbera hukumata Ermenîstanê û orgenîzeya navneteweyîda hatine gotûbêjkirinê.

Li gorî çavkanîyê, serokwezîr derheqa werguhastinên ku li Ermenîstanê di warê koçberanda hatine kirinê raber kirîye. Ewî usa jî derheqa wan gavên hukumata Ermenîstanêda xeberdaye, yên ku bona penaberên ji Qerebagê hatine avîtin û di wî alîda piştgirîya civaka navneteweyî girîng hesab kirîye.

Êmî Popê bal kişandîye ser rêformên ku di warê koçberîyêda li Ermenîstanê hatine kirin û destnîşan kirîye ku rêxistin di serîda amadeye ku hevkarîyê berdewam bike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button