Adirbêcan li Qerebaxê mexberên ermenî xirab dike: baylozê Ermenîstanêyî li Bêlcîkayê

Adirbêcan li Qerebaxê mexberên ermenî xirab dike û niha jî destpê kirîye heykelên ruhanî, yên binelîyên ermenîye berê tune bike.
Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda, baylozê Ermenîstanêyî li Bêlcîkayê Tîgran Balayan wextê qisa tevî “Brussels Signal” ê gotîye û serda zêde kirîye,wekî li cem alîyê ermenî gelek vîdêyo û wêne hene, bi kîjana tê kifşê ku azêrî çawa mexber û dêrên gundên ermenî wêran dikin.
Balayan gotîye,wekî nava encamê wê barbarîyêda usa jî dêra gundê wan hatîye wêrankirinê.Adirbêcanê sîmvolên ermenîye li ser avayên mezin jî derxistine. Hemû xaçên dêrên ermenî, yên li Qerebaxêda ji alîyê leşkerada hatine derxistinê.
Çapemenîya Bêlcîkayê daye dîyarkirinê,wekî gotinên Balayan dijî wan elametîyên nevsên Adirbêcanêne û serda zêde kirîye,wekî sertbûna di navbera herdu welatên Qafqasîyayê careke mayîn pêşda hat, dema ku rûyê pevçûyîna li ser sînor, çar leşkerên ermenî hatine kuştinê.
Hema wextê qisa tevî “Brussels Signal” ê wekîlê serokê Adirbêcanê Êlçîn Amîrbayov jî sirîya xweda gotîye,wekî welatê wî hindava parastina mafên ermenîyên êtnîk amine û Adirbêcanê paşdahatina ermenîya silavke, yên ku ji wir çûne û wê wana çawa welatîyên Adirbêcanê qebûlke.
Bi gotina Balayan, Adirbêcan bi rastî bona pêşîgirtina ermenîyên êtnîk xebitîye û sîyaseta paqijkirinên êtnîkî mîyaser kirîye. “Hinek meriva xwestin elam kirin, ku ew dixwezin paşda vegerin, lê ew ji alîyê Adirbêcanêda hatine înkarkirinê”,- baylozê Ermenîstanê gotîye.







