Li ser fona sertbûna pêwandîyên tevî Ermenîstanê Adirbêcan dîsa dirona, têknîka leşkerî dikire: hevpeyvîna Tîgran Balayan tevî Brussels Signal ê

Li ser fona sertbûna pêwandîyên tevî Ermenîstanê, Adirbêcan dîsa dirona, têknîka leşkerî dikire û li gorî înformasîyona ew sîlih ji Îsrayêlê û Tirkîyayê tên kirînê.
“Armênprêss” ê ragîhandîye,wekî derheqa wê yekêda baylozê Ermenîstanêyî li Bêlcîkayê Tîgran Balayan gotîye “Brussels Signal” ê.
Ermenîstanê dîna xwe daye kirîna wan sîliha, yên ku bi teyarên leşkerî usa jî ji Îsrayêlê û Tirkîyayê hatine.
“60 yan 70 selefê têknîka Adirbêcanêye leşkerî ji Îsrayêlê û paşê ji Tirkîyayê tê”,-Balayan gotîye.
Bayloz usa jî daye dîyarkirinê,wekî firînên teyarên leşkerî,yên ji Sêrbîyayê jî zêde bûne, kîjanê soz daye Adirbêcanê ku topa bifroşe Adirbêcanê.
Balayan usa jî derheqa agrêsîya Adirbêcanêye dawîda xeberdaye, rûyê kîjanêda çar leşkerên ermenî hatine kuştinê û serda zêde kirîye,wekî ew yek çawa bersiva bilindbûna dereca hevkarîya Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanêye, çimkî ew êrîş çend sehet berî civîna şêwirа hevkarîya Yekîtîya Avropayê û Ermenîstanê qewimîye. Bayloz serda zêde kirîye, wekî meremê Adirbêcanê tune ku dew û dozê bide sekinandinê.







