H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Stêfano Tomat pirsên derheqa pêvajoya mîsîya Yekîtîya  Avropayêye dîtindarîyê gotûbêj kirine

Nîkol Paşînyanê serokwezîr fermandarê şuxulkarîyên sîvîl, yên Yekîtîya Avropayêye der, Stêfano Tomat qebûl kirîye.

Ji hukumatê ragîhandine,wekî Nîkol Paşînyan seredana birêz Tomat silav kirîye û pêvajoya mîsîya sîvîl, ya  Yekîtîya Avropayêye li ser sînorê Ermenîstanê û Adirbêcanê girîng hesab kirîye.Nîkol Paşînyan daye dîyarkirinê,wekî pêvajoya mîsîya kardar alî çareserkirina aşîtî û qewînbûna li herêmê dike.

Paşînyanê serokwezîr û Stêfano Tomat derheqa encamên mîsîya avropîda xeberdane û pirsên derheqa pêvajoya pêşerojêda gotûbêj kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button