SerekeSîyasî

Roma û Beku: pêwandîya bi qezîya

Lêpirsîna rojnamevanê îtalî Sîmonê Zopêlaro, li ser malpera Irpimedia.irpi.eu hatîye weşandin.

Di sala 2022  de, li Avropayê li ser çawanîya bidestxistina serxwebûna enerjîyê ji Rûsyayê piştî êrîşa li dijî Ûkraynayê gelek nîqaş hatin kirin. Û bi rastî, tevî tirs û zehmetîyên destpêkê encam hatin. Hemî daneyên berdest nîşan didin ku hem li ser asta avropî hem jî li Îtalyayê kêmbûnek heye, û gelek proje hene ku di salên pêş de kêmkirina bêtir armanc dikin.

Lê ya ku kêm tê zanîn ev e ku li pişt gaza ku vê zivistanê malên îtalî û avropî yên bi pişta xwe ji Moskvayê re germ dike, çîrokek din ya eşkere ya mafên mirovan ya bi pirsgirêk heye. Ev welat Adirbêcan e ku di îlona 2023 de paqijkirinên etnîkî pêk anî.

Ji Mûamer Qedafî bigire heta Sedam Huseyîn, ji Tayp Êrdogan heta yên mayîn, piştgirîya Avropayê û Amêrîkayê ya ji bo dîktatorîyan gelek caran îzbat kiriye ku opêrasyoneke xeternak e, eger ne bûmêrang e. Di vê lîsteyê de em dikarin nêzîkatîya Adirbêcanê û dîktatorê wê zêde bikin.

Ji bilî gaz û pêtrolê, pêwendîyên Romayê û Bakûyê di bin hukumeta Mêlonî de ji alîyê Lêonardo ve bihêztir dibin û ragîhand ku di serdana şanda Adirbêcanê de bo Îtalyayê, bi amadebûna nûnerên wezîrên berevanîyê yên herdu welatan, wî îmze kir: peymanek ji bo peydakirina balafirek veguhestina leşkerî ya C-27J Spartan, û hevkarîya di navbera Îtalyayê û Adirbêcanê de ji bo hilberên pîşesazîya parastinê jî dirêj dibe.

Wezîrê parastinê yê Îtalyayê Gvîdo Krozêto di çileya sala 2023 a bi armanca xurtkirina têkilîyên di navbera Adirbêcan û NATO yê û herwiha di navbera Adirbêcan û Yektîya Avropayê de, di çileya  sala 2023 de serdana Bekûyê kiribû. Wekî ku Krozêto dîyar kir, peyman ji hêla serokwezîr  Mêlonî ve tê piştgirî kirin û beşek “bernameya nûjenkirina mezin ya hêzên çekdar yên Adirbêcanê” ye.

Xwezayî ye ku meriv meraq bike ka gelo piştî encamên xirab yên têkilîyên bi Moskvayê re, maqûl e ku dîktatorîyek din bê çandin, ku di nav tiştên din de, her ku diçe zêdetir ber bi Vladîmîr Pûtîn ve diçe! Digel ku têkilîyên di navbera Rûsyayê û Ermenîstanê de di asta herî nizm de ne, Bakû piştgirîyek bingehîn li Moskvayê dibîne. Kompanîya Gazpromê ya rûsî vegerîya da ku gaza rûsî bide kompanîya dewleta Adirbêcanê SOCAR da ku bikaribe daxwazên zêde yên hevkarên xwe yên avropî bi cîh bîne. Adirbêcan dikare bi serbestî gazê ji Rûsyayê îtxal bike.

Îtalya ji bo “dîplomasîya xavyar” ya Bakûyê zemîneke pir bi bereket bû, stratejîyeke ku, bi saya gendelîya sîyasetmedar û dîplomatan û herwiha akadêmîsyen û rojnamevanan, ji bo parastin û berfirehkirina berjewendiyên dîktatorîyê li derveyî welat bû. Doza herî navdar ya ku ji alîyê encamên dadgehê ve hatîye piştrastkirin, doza Lûkî Volonte û bertîlên ku Adirbêcanê daye endamên Konseya Avropayê ye.

Bi dirêjahîya salan, gelek rêxistin û dezgehên ragihandinê yên navdewletî bi pêşkêşkirina rûçika asayîbûnê ji rêjîmê re hatine tawanbar kirin. Heman tişt hat serê BBC jî dema ku, di dawîya sala 2022  de, belgefîlma “Miracles of Azêrbaycan” ku ji hêla pargîdanîya neftê BP ve hatî piştgirî kirin û bi bexşeyek ji malbata serok ve hate piştgirî kirin, weşand.

Rola Vatîkanê di planên Bakûyê de kêm tê zanîn, lê qet ne girîng e. Careke din bi mîlyonan yûro ji Bakûyê ber bi Romayê ve rijandin, lê vê carê bi kêmanî bi awayekî fermî ji bo projeyên çandî…

Zêdetir nîşan bide
Back to top button