H’emû nûçeSereke

Xebata Ermenîstanê nava  Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv berdewam dibe, Ermenîstan tifaqdar bûye û dimîne: sêkrêtarê organîzeyê

Xebata Ermenîstanêye nava organîzeyêda berdewam dibe, pêwandîyên Yêrêvanêye piralî, yên nava çarçoveya organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvda gorî rojevê pêşda diçin.Ermenîstan tifaqdar bûye û niha jî tifaqdare. Derheqa wê yekêda sêkrêtarê sereke, yê Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv Îmangalî Tasmagambêtov miqala xweda nivsîye.

Bi gotina wî, pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê, dew û doza ser sînorê Qirqizstanê û Tacîkstanê, bûne pirsgirêkên here girîng.

“Girêdayî halê sertî li Qafqasîya Başûrva, bi taybetî pirsgirêka Qerebagê, gerekê bidine dîyarkirinê,wekî organîze amade bû mîsîya aşîtîparêz bişanda ser sînorê ermenîya-azêrîya ku hal kontrol bikira, lê dawîya xebatê Yêrêvanê hîvî kirîye ku dokûmênta anegor ji rojevê derxin, çimkî tevî Bekûyê gerekê peymana aşîtîyê bê îmzekirinê.Bi wê yekêva tevayî, xebata Ermenîstanê nava organîzeyêda berdewam dibe, pêwandîyên Yêrêvanêye piralî, yên nava çarçoveya organîzeyêda dişuxulin, Ermenîstan tifaqdare û çawa tifaqdar jî dimîne”,- Tasmagambêtov daye dîyarkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button