H’emû nûçeSereke

Fransîyayê piştgirîya hindava cedandinên bona aşîtîya bi heqî û qewîn berdewam bike:Makron

Fransîyayê piştgirîya hindava cedandinên bona aşîtîya bi heqî û qewîn berdewam bike.Li Fransîyayê  ser wê fikirêne wekî meriv dikare  li ser hîmê qedirgirtina mafê navneteweyî, serbixwetîyê, yekîtîya axê û sînora bighîje wê yekê.

Derheqa wê yekêda serokê Fransîyayê Êmanûêl Makron, wextê press-konfêransa tevî Nîkol Paşînyanê serokwezîr, nava elametîya bona çapemenîyê gotîye.

“Ez careke mayîn dixwezim biwekilînim,wekî hûn dikarin bona piştgirîya Fransîyayê hêvîdarbin.Hevdîtina me wê îzinê bide ku em derheqa gotûbêjkirinên bona normalkirina pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê xeberdin.Bûyarên van axirîyaye li Syûnîkê şedetîya wê yekê didin,wekî qezîya êskalasîyayê heye.

“Fransîyayê piştgirîya hindava cedandinên bona aşîtîya bi heqî û qewîn berdewam bike.Em li ser wê fikirêne wekî meriv dikare  li ser hîmê qedirgirtina mafê navneteweyî, serbixwetîyê, yekîtîya axê û sînora bighîje wê yekê”, Makron gotîye.

Ewî daye dîyarkirinê,wekî sala 2022 a, wextê hevdîtina li Prahayê, serokwezîrê Ermenîstanê derheqa aminaya Ermenîstanêye hindava dêklarasîya Alma Atayê careke mayîn îzbat kirîye û pêwîste ku Adirbêcan ewê dufikirîyê dayne alîkî, ya ku derheqa yekîtîya axa Ermenîstanê û xerîtadane.Bi gotina Makron, ew yek pêwîste ku xebat bona dîyarkirina sînora bê kirinê û ewê bibe hîmê paşdavekişandina leşkeraye ji ser sînor.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button