H’emû nûçeSereke
Mîsîya dîtindarîyê ya Yekîtîya Avropayê alî kêmbûna bûyarên ser sînorên ermenîya-azêrîya kirîye: Markûs Rîtêr
Nava saleke derbazbûyîda mîsîya Avropayêye dîtindarîyê 1720 kontrol li nehîyên ser sînor kirine û wê yekê alî aşîtî û ewlehkarîya li ser sînor kirîye.
Derheqa wê yekêda serokê mîsîya avropî Markûs Rîtêr wextê merasîma pêşkêşî yeksalîya mîsîyayê gotîye.
Ewî bîr anîye,wekî wana navenda xwe li Yêxêgnazorê vekirîye û şeş tabîyên wane başqe jî li nehîyên cuda-cuda hene.
Rîtêr razalixî elamî wan welatên endamên Yekîtîya Avropayê û usa jî Kanadayê kirîye, ku wekîlên xwe şandine Ermenîstanê.Ewî daye dîyarkirinê,wekî birîyar hatîye qebûlkirinê, ku mîsîyayê bighînine 209 merivî.
Markûs Rîtêr usa jî razalixî elamî hukumata Ermenîstanê kirîye ku ew piştgirîya çêkirinê didine mîsîyayê.