H’emû nûçeSereke

Pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê hertim yên taybet bûne û wê hebin: Gabrîyêl Atal

Pêwandîyên Ermenîstanê û Fransîyayê hertim yên taybet bûne û wê hebin. Li gorî nûçeya “Armênpress”ê, serokwezîrê Fransîyayê Gabrîyel Atal li ser vê yekê di mîkrobloga xwe ya X ê da nivîssye û wêneyê ji hevdîtina bi serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyanra weşandîye.

“Binesazî, ênêrgêtîka, perwerde, çand: sipasî bo we hêja Nîkol Paşînyan ji bo pevguhertina nêrînan, ku daxwaza me ya dualî ji bo xurtkirina hevkarîya di navbera herdu welatanda îzbat dike.

Emê bi temamî piştgirîya serbixwetî û yekparçebûna axa Ermenîstanê berdewam bikin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button