H’emû nûçeSereke
Serokwezîrê Fransyayê vexwendina Nîkol Paşînyan ya ji bo seredana Ermenîstanê qebûl kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan li Parîsê rastî serokwezîrê Fransyayê Gabrîyêl Atal hatîye.
Çawa ku “Armenpress”-ê ji peyama ofîsa serokwezîrê Ermenîstanê ragîhandîye, serokwezîrê Fransyayê pêşwaziya seredana Nîkol Paşînyan kirîye û derheqa amadebûna hukumeta welatê xwe ji bo pêşxistina hevkarîya tevî Ermenîstanê daye dîyarkirinê.
Nîkol Paşînyan bona qulixa nû Gabrîyêl Atal careke din pîroz kirîye û jêra serkeftin xwestîye.
Di hevdîtinêda gelek mijarên girêdayî pêwandîyên bazirganî û aborî, ênêrgêtîkayê û cêrge govekên mayînva hatine gotûbêjkirinê.
Nîkol Paşînyan Gabrîyêl Atal bi seredaneke fermî vexwendiye Ermenîstanê. Serokwezîrê Fransyayê bi dilxweşî ev teglîfkirin qebûl kirîye.







