H’emû nûçeSereke
Tevî wezîrê Fransîyayêyî parastinê wekîlên kompanîyayên goveka parastinê wê bêne Ermenîstanê

Wezîrê Fransîyayêyî parastinê Sêbastîan Lêkornyû wê tevî wekîlên kompanîyayên nava goveka parastinêda pêşkeftî bê Ermenîstanê.
Gorî ragîhandina “Armênprêss” ê derheqa wê yekêda POLITICO ê nivîsîye.
Hatîye dîyarkirinê,wekî wekîlên kompanîyayên MBDA, Nexter, Safran, Thales, Arquus wê bêne Ermenîstanê.
Mesele, kompanîya MBDA rokêta çê dike. Ew rokêta û komplêksên wan dide artêşê.
Kompanîya fransîye Nexter Systems têknîka zirihkirî, komplêksên topa û têknîka başqe çê dike.Usa jî kompanîyayên mayîn wî cûreyî sîlihên cûre-cûre çê dikin.
Pêşda eyan bibû, wekî 22 ê sibatê wê beşeke sîlihên parastinê ji Fransîyayê bê Ermenîstanê.







