H’emû nûçeSereke

Artêşa here mezin ya cîhanê de 2 mîlyon kes, di artêşa herî biçûk de 245 kes qulix dikin

Hêjmara leşkeran di artêşên welatên cuda yên cîhanê de 148 hezar e û di navbera mezintir û biçûktir artêşê de 8000 car cudahî heye. Wekî din, li 69 welatên cîhanê leşkerîya neçarî heye, xizmet bi navînî bi qasî salekê û nîv didomîne.

Li gorî “Armênprêss”ê, ev hejmar ji hêla ajansa “RIA Novosti” ve li ser daneyên vekirî têne kirin.

Ji 193 welatan tenê 23 welat xwedî artêş nînin, nav wandanin Vatîkan, Îslandîya, Kosta Rîka, Panama û Mîkronêzya. Piranîya dewletên bê artêş kolonîyên berê ne di bin parastina mêtropolan yan cînarên xwe yên berê de, yan jî xwedan înformasyonên paramîlîtar in ku bi qismî fûnksîyonên artêşê pêk tînin.

Di warê hejmaran de ya herî mezin artêşa Çînistanê ye, li kîderê  2.04 mîlyon mirov qulix dikin. Piştre Hindistan (1,46 mîlyon) û Dewletên Yekbûyî (1,33 mîlyon) ye.

Sala 2023 a li gorî biryarnameya ku di meha kanûnê de ji alîyê serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ve hat îmzekirin, hejmara leşkerên artêşa Rûsyayê 1,32 mîlyon bû. Li gorî Global Firepower ê, hejmara leşkerên Korêya Bakûr 1,32 mîlyon û li Ûkraînayê jî 900 hezar e.

Di dehan rêzandane Pakîstan (654,000 qulixçî), Îran (610,000 qulixçî), Korêya Başûr û Vîêtnam (her yek 600,000 qulixçî), her weha Misir (440,000  qulixçî).

Li cîhanê artêşa here biçûk ya Antîgûayê û Barbûdayêye, li ku 245 kes qulix dikin, ew ji Çînistanê 8300 carî kêmtir e.

Li gorî înstîtûta navneteweyî ya lêkolînên stratejîk, di nav 5 hêzên çekdara yên “hûr” yên herî pêşîn de adên Sêyşêlîye 420 leşker qulix dikin, Barbados  610 leşker û Gambîya 800 leşker qulix dikin. Û pênc yekem ji hêla artêşa Lyûksêmbûrgê ve tê temamkirin, ku li gorî daneyên herî dawî, nêzîkî 1,000 kes qulix dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button