H’emû nûçeSereke

Ermenîstanê pêşnîyarî Hindistanê kirîye ku nava qewilên krîzeya behra Sorda rîya kirîn-firotanêye başqe hilbijêrin

Ermenîstanê pêşnîyarî Hindistanê kirîye ku nava qewilên krîzeya behra Sorda rîya kirîn-firotanêye başqe hilbijêrin.Derheqa wê yekêda ajansa ANI  ê ragîhandîye û daye dîyarkirinê,wekî derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî pirsên xebatê û sosîyalî Narêk Mikrtçyan gotîye, yê ku li Nyû Dêlîyê beşdarî civîna sîyasîya navneteweyî bûye.

“Tabîya Ermenîstanêye stratêcî heye û Ermenîstan dikare rîya kirîn-frotanêye tevî Hindistanê pêşnîyarke, bi taybetî tevî Avropayê”,- wezîr gotîye.

Wezîr daye dîyarkirinê,wekî ew yek wî çaxî girînge, dema ku gelek welat, nava wanda Hindisitan jî, rêyên başqe bona kirîn-frotana tevî Avropayê û Rojavayê digerin, çimkî niha li behra Sor êrîşa dibine ser gemîya.

Hatîye dîyarkirinê,wekî gilî derheqa korîdora transportêye bakûr-başrdane.Usa jî çûyîn-hatina bi behra Reşra û korîdora tranzît, ya nava Îranêra.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button