Heger em peymanekê nava goveka leşkerî-têknîkîda mor dikin Adirbêcan qalme-qalmê bilind dike, lê nabêje wekî ew bi sala bahê mîlyarda sîliha dikire
Heger em peymanekê nava goveka leşkerî-têknîkîda mor dikin Adirbêcan qalme-qalmê bilind dike, lê nabêje wekî ew bi sala bahê mîlyarda sîliha dikire.Derheqa wê yekêda Nîkol Paşînyanê serokwezîr wextê hevpeyvîna tevî kompanîya têlêvîzîyona France 24 ê gotîye, dema ku ewî bersiva pirsa derheqa hevkarîya tevî Fransîyayê daye.
“Werguhastina nava artêşa meda gerekê tu kesî xemgîn neke, çimkî em dibêjin,wekî em yekîtîya axa welatên cînar û serbixwetîya wan nas dikin. Bo wê yekê jî bona çi gerekê werguhastina artêşa me kesekî nerihet bike? Heger em yekîtîya welatên cînar û serbixwetîya wan nas dikin û nava artêşa xweda werguhastina mîyaser dikin û dibêjin ku artêşa me ji welatê me der wê pirsa hel neke, lê li ser wê yekê Adirbêcan nerihetîya xwe dide kifşê û qalme-qalmê bilind dike.
Belê, em werguhastina dikine nava artêşa û heyîna artêşa her welatekî mafê wî welatîyî serbixweye.Tu welatek nikare nava wê pirsêda welatekî mayîn gunehkarke û bêje bo çi artêşa te heye. Bona çi Adirbêcan nerihetîyê dide kifşê? Gelo ew gerekê li ser axa meye serbixwe pirsa helke? Li ser vê yekê gelek pispor difikirin wekî Adirbêcanê sîyaseta xweye dagirkir berdewam bike”,- Paşînyan gotîye.