SerekeSîyasî

Mesrûr Barzanî ji K24ê re: hilbijartinên parlamêntoyê ji ber sedemên sîyasî 2 salan hatin paşxistin

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersiva pirsa peyamnêrê K24ê de derbarê biryarên dadgeha fêdêralî ya Îraqê de got: “Divê em bi hûrî û babetyane xwendinê jê re bikin û ta bizanin bi çi şêweyekê ye. Her dema ku em bi nivîskî biryar gihîştin me, em ê wê demê helwesta xwe dîyar bikin”.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî got jî: “Helbet her biryarek ku li dijî mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê be, wê demê emê helwesta xwe bi zelalî dîyar bikin, derbarê birêvebirin û serperiştîkirina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de”.

Herwiha got: “Em li gel wê yekê bûn ku hilbijartin di dema xwe de bihatana kirin, lê ev du sal in ji ber sedemên sîyasî hatine paşxistin. Lê em li gel wê nêrînê ne ku di zûtirîn dem de hilbijartin bên kirin, bi awayekî ku mafên hemû pêkhate û welatîyên Herêma Kurdistanê tê de parastî bin”.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro serdana bîrdarîya şehîdên Helebceyê kir û destegul li ber sembola şehîdan danî. Piştre jî kevirê bingehîn ê rêya Helebce -Tûweqût- Qilîce û pira Tûweqût danî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button