H’emû nûçeSereke

Sala 2023 a hejmara tûrîstên ku hatine Ermenistanê  bi  39 selefî zêde bûye û gihîştîye  weke 2,3 mîlyonî

Hejmara tûrîstên ku  sala 2023 a  hatine Ermenîstanê gihîştîye 2 mîlyon û 316  666 î û li gorî sala 2022 a bi 39 selefî zêde bûye, lê  himberî sala 2019  bi 22,3 selefî zêde bûye. Ev  raporta li ser proseya pêkanîna û encamên bernameya hukumeta Ermenîstanêye  ( salên 2021-2026 a) sala 2023 a da hatîye gotinê.

Berhemdarîya kedê serê sehetekê gihîştîye 9,6 dolarên amêrîkî, li gorî sala 2022 a 8,2  doraên amêrîkî , lê himberî sala 2021  e 6,2  dolarên amêrîkî.

Kanûna  sala 2023 da li gorî kanûna sala borî bi 0,6 dêînflasîyon hat tomarkirin.

Asta bêkarîyê di çaryeka sêyemîn ya sala 2023 da 12 selef bû, di heman heyama sala 2022 a ji 11,6 selef bû û himberî  sala 2018  a  jî 17,6 selef bû.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button