SerekeSîyasî

Êntonî  Blînkên: Amêrîka pabende li ser berdewamîya hevkarîyên xwe yên li gel Herêma Kurdistanê

Wezîrê derve yê Amêrîkayê Êntonî Blînkên bi serokwezîr Mesrûr Barzanî re civîya û ragîhand, Amêrîka hevkarîyeke wê ya hevbeş ya dirêj bi Herêma Kurdistanê re heye, ew jî li ser bingeha nirxên hevbeş û berjewendîyên hevbeş, qurbanîdana hevbeş û dîroka hevbeş.

Wezîrê derve yê Amêrîkayê got, Amêrîka li ser berdewamîya hevparîya xwe li gel Herêma Kurdistanê rijd e. Her wiha got, wî wek wezîrê derve bi salan e di vî warî de xebitîye û girîngîyeke mezin daye wê.

Blînkên got, Amêrîka di piştgirîya hukumeta Herêma Kurdistanê de berdewam dibe. Got jî, ewê di hevdîtinên xwe yên li gel serokwezîr Mesrûr Barzanî de tekezîyê li ser hevparîya xwe li gel Herêma Kurdistanê bikin.

Tekez jî kir, Herêma Kurdistanê herêmeke newaze ye li Rojhilata Navîn û Amêrîka giringîyê dide hevkarîyên li gel Herêma Kurdistanê.

Wezîrê derve yê Amêrîkayê tekez kir, hukumeta Herêma Kurdistanê sedema aramîya navçeyê ye, heta ji bo Amêrîkayê jî, ji ber ku veberhênana Amêrîkayê li navçeyê heye.

Dîyar kir, Amêrîka û Herêma Kurdistanê bi hev re di gelek qonaxan derbaz kirine û mil bi mil kar kirine û bi hev re bi ser rewşên dijwar ketine. Tekez jî kir ku ji Amêrîkayê girîng e ku Herêma Kurdistanê serkeftî be û gelê kurd yekdeng û yekdest be.

Wezîrê derve yê Amêrîkayê her wiha bixêrhatina serokwezîr Mesrûr Barzanî jî kir û ragîhand, di hevdîtina xwe de dê behsa van hemû mijaran bikin.

Ji alîyê xwe ve, serokwezîr Mesrûr Barzanî jî spasîya vexwendina wezîrê derve yê Amêrîkayê kir û dilxweşîya xwe jî li hember serdana xwe ya bo Waþîngtonê nîşan da û ragîhand, Herêma Kurdistanê şanaz e ku xwe wek hevpara Amêrîkayê dibîne û di vê derbarê de bi hev re di qonaxên dijwar re derbaz krine û xweşhalîya xwe jî ji bo piştevanîya Amerîkayê nîşan da.

Serokwezîr got ku Herêma Kurdistanê rû bi rûyê gelek kêşeyan bûye û ew bi nîyaz in di hevdîtinên xwe yên li gel berpirsên Amêrîkayê de van mijaran gotûbêj bikin.

Serokwezîr got, armanca wan ji vê civînê gotûbêjkirina kêşe û pêşhatên Îraqê û navçeyê û peywendîyên dualî yên di navbera Amêrîkayê û Herêma Kurdistanê de ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button