H’emû nûçeSereke

Heger Ermenîstan nava Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîvdane, ew yek dide kifşê wekî hê fikira mayîna li wir heye: Babkên Tûnyan

Heger sîstêmên Ermenîstanêye anegor şirove bikin û rojekê bên ser wê fikirê, wekî derketina Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gorî berjewandîyên Ermenîstanêye, wî çaxî dewlet gerekê gorî berjewandîyên xwe pêşda here, lê heger Ermenîstan nava wê organîzeyêdane, usaye fikira wê yekê heye.

Derheqa wê yekêda parlamêntvanê fraksîya desthilatdar “Peymana sîvîl” Babkên Tûnyan gotîye, dema ku ewî bersiva rojnamevana daye.

Bi axaftina derheqa sekinandina endamtîya nava organîzeyêda, parlamêntvan goîye, ku heger armanca wî cûreyî hebûya, wî çaxî wê bihata elamkirinê. “Niha serokwezîr dixweze bêje wekî aktîvîya meye nava wê organîzeyêda hatîye qerimaninê, çimkî em hîmlî tevî opêrasîyona nabin. Meriv dikare bêje ku ne ku Ermenîstan ji organîzeyê gelekî dûrketîye, lê organîze ji Ermenîstanê dûr ketîye”,- Tûnyan gotîye.

“Heger sîstêmên Ermenîstanêye anegor şirove bikin û rojekê bên ser wê fikirê, wekî derketina Ermenîstanê ji Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv gorî berjewandîyên Ermenîstanêye, wî çaxî dewlet gerekê gorî berjewandîyên xwe pêşda here, lê heger Ermenîstan nava wê organîzeyêdane, usaye fikira wê yekê heye”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button